Mem Ararat

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Mem Ararat

von Yeside am 20.01.2017 23:07

Şeve,stêrk li asîman
Dilerize bayê pişt çiyayan
Nêzîk maye ji berbangê
Reş dinêre kolan,sare ev bajar

 

Zana ,rêhevalê Andok
Nevîyê Şêx Seîd, bazê zinara
Haho deng ji we nayê
De rabin heval,neyar li pey we ye.

Şaxda tariyên kevnare
Êşên elem girtî pir xedare
Gotin Zana Birîndar e
Li ser Milê Andok ji kur ve dinale

Andok ,rêhevalê Zana
Berxê dayika min, dengê çiyaya
Haho bila Mem bimre
Gazî dereng hat, dest ma bê çare

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Mem Ararat

von Yeside am 13.11.2017 20:08

Mem Ararat - Dıl Dısoje

Li wargehên evînê
Rêwî me îro heval
Diçim, naçim dawî nayê
Li wan rêçên dûr
Her ku diçe bilind dibe
Bêhtir dibe kûr
Bêhtir dibe dûr
Dil disoje
Dil disoje diqîre heval
Kurtcebilgi.com

 

Li wargehên evînê
Xemgîn im îro heval
Hemû rêçên min dijwar e mîna deryayan
Her ku diçe bilind dibe mîna asîmanan
Dil disoje
Dil disoje diqîre heval

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Mem Ararat

von Yeside am 13.11.2017 20:10

Mem Ararat - Evîna Biharê

Hîn bihar nehatîye Zozana
Lê dinya li bendî me namîne
Vaye hatime mêvanê te
Derîyê xwe veke

Nebêje qey sibeh tim zû ye
Nebê qey çav wê tim bibîne
Vaye hatim ber derîyê te
Dilê xwe veke
Kurtcebilgi.com

Ey sitbanûya keçên derya
Ji rêçek dûr têm, westiya me
Hatime bibim Memê te
Baskê xwe veke

Hatim te ji xew hişyar bikim
Ji her dû çavên te maç bikim
Agirê evînê har bikim
Çavên xwe veke

Antworten

« zurück zum Forum