Abbas Ahmed
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Abbas Ahmed
von Yeside am 22.01.2016 15:58ÇÛKÊN GERMÊ
Çukên germê li er berfê
Winda kirin warê ew lê
Hêlîn tev de vala man
Hin jê nefirîn û ji re man
Xerîbî sar e dayê
Bûm nêçira xerîbiyê
Bûn qiralê tenahiyê
Xinçera di singa min de
Min dike sed birîndar
Xerîbî sar e dayê
Şahiyên min bi
sînor dike
Zeviyên min bê dar dike
Min ditirsîne min tune dike
Xwêhdana şevê li min zûwa dike
Xerîbî sar e dayê
Re: Abbas Ahmed
von Yeside am 22.01.2016 16:03HEY DİNYA YÊ
Her tişt dimire tu her tişti dikuje
min nizanibu hey dinya yê
çavên reş ji qetra şevan
lêvên sor bun ji xwinê hey dinya yê
hey dinyayê wez ji xwe re kuştim vê dinya yê
Dinya bi xwe kelik ken e u kelik giri ye û yek birhatin e
dema şeva diçe bi zu şevê min diçin weki rojê
hey dinya yê hey dinya yê ez ji xwe re kuştim ve dinya yê
Min navê te çand di nava axa sor
u li ber sinbilan hey dinya yê
hêviyeke biçûk bi min hebû te ew ji dikuşt hey dinya yê
hey dinya yê ez ji xwe re kuştim vê dinya yê