Ay medet
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Ay medet
von Yeside am 22.01.2016 21:21Ay medetê
Ay medet, ay medet.............
Lê lê medetê, kubarê
Ezê bi nazikim,
Ezê vê sibekê çiqas bi nazdarim
Ezê nizanim, ezê nazik û nazedaren dilê xwe lê kê kim ?
Ezê nizanim, ezê ne li dê ne lî bavê kim?
Ezê nizanim, ezê ne li xu kê ne li birakim?
Ezê nizanim, ezê ne li xwesiyê ne li xwezûr kim?
Ezê nizanim, ezê ne li pîsikî endolî nemerdî mere xirab kim?
اewa sere vê sibekê hatî ji derde
Minê qam nekir û ranebûm ji ber de
Darekî li zenda min e zer badayî daye
Ezê nikarim go ê tenborîkê bi ser enya gewher de xwarkim medetê
Ay medet, ay medet.............
Medeta min tu yî Xweda yo
Bila kilês û xopanê me Serhedê
Ne bariya baran û berfe
Kewê Nûredîna ewitî
Nebuna colan û col ref bi ferge
Gavê bavê Sebrî siwarê ênge erî
Ji dorê nîvê evan û pê de
Tê nava taximê sing û berê min zeriyê,
Sinbêlên bavê Sebrî siwarê êngeçerî
Soren bipalikin û biqaydene
Gavê li kilê çavê min zeriyê dikevin
Kilê sphanî ji çavên min diwe e medetê
Ay medet, ay medet.............
Medeta min tu yî Xweda yo
Ezê herime çiya yê Mu a ewitî , li bêlanê bilind bisekinim
Ezê serê xwe ser qotkim, destên xwe bilindkim raberî Xwedê kim
Ezê bêjim Xwedê yo cîyê nifir û dual ê disekinin !
Bila dêk û bavê min xêrê bikin, ji destên te xêr nebînin
Ezê çewa nedame bavê Sebrî, siwarê êngeçerî
Ezê rabim xwe di golên avê , li ber pêlên mewcêkim
Ay medet, ay medet.............
Medeta min tu yî Xweda