Kullik

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kismet
Gelöschter Benutzer

Kullik

von Kismet am 13.05.2010 22:41

Kullik
li riya "Darê" hîn, bavo,
dengê navxwedana te tê,
û ji herçar aliya, ji dujmina,
resê te nexwiyaye.

Siwarekî Kurmanca bitenê
li talanê êlekê xistiye,
û hîn ji desthilanîn neketiye ,
û mêranî,bavo,
li vê dinyê hîn hêja ye

lêbelê vê carê
xelkê li talanê me xistiye
û çêra pezê me bûye
(serxet û binxet ),
û girê Amûda sewitî
resgirêdaye.

Antworten

« zurück zum Forum