Neueste Beiträge
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 ... 10 | » | Letzte
Die Suche lieferte 91 Ergebnisse:
Re: Mem Ararat
von Yeside am 13.11.2017 20:10Mem Ararat - Evîna Biharê
Hîn bihar nehatîye Zozana
Lê dinya li bendî me namîne
Vaye hatime mêvanê te
Derîyê xwe veke
Nebêje qey sibeh tim zû ye
Nebê qey çav wê tim bibîne
Vaye hatim ber derîyê te
Dilê xwe veke
Kurtcebilgi.com
Ey sitbanûya keçên derya
Ji rêçek dûr têm, westiya me
Hatime bibim Memê te
Baskê xwe veke
Hatim te ji xew hişyar bikim
Ji her dû çavên te maç bikim
Agirê evînê har bikim
Çavên xwe veke
Re: Mem Ararat
von Yeside am 13.11.2017 20:08Mem Ararat - Dıl Dısoje
Li wargehên evînê
Rêwî me îro heval
Diçim, naçim dawî nayê
Li wan rêçên dûr
Her ku diçe bilind dibe
Bêhtir dibe kûr
Bêhtir dibe dûr
Dil disoje
Dil disoje diqîre heval
Kurtcebilgi.com
Li wargehên evînê
Xemgîn im îro heval
Hemû rêçên min dijwar e mîna deryayan
Her ku diçe bilind dibe mîna asîmanan
Dil disoje
Dil disoje diqîre heval
Re: Seyda Perinçek
von Yeside am 13.11.2017 20:04Seyda Perinçek - Çavên Te
Evinê xwe jı mınre kır pılek
Rapelıki bı ezmanê dılê te me
Bıla Xüdê rıhêmın bıstine
Carek destêmın bıghêje destê te
Çavên te stêrka mıni
Ruyête heviya mıni
Evina te hêviya mıni
Yar tu piroza mıni
Pêşerojamın xweş u geş bu bı te
Tari bu çavêmın te ronikır
Yar tu jiyan u hêz u erka mıni
Mejiyê hezar sala bırçi te têr kır
Çavên te stêrka mıni
Ruyête heviya mıni
Evina te hêviya mıni
Yar tu piroza mıni
Re: Seyda Perinçek
von Yeside am 13.11.2017 20:02Seyda Perinçek - Reşka Çavêmın
Ev lêvê mın i zıwa
Jı tina te qelışi
Ramusanekê bıde mın
Rukêmın bıki baweşin
Reşka çavê mın, rıh u razê mın
Were canê rawestine agırê dılê mın
Xem ravandınam rawestine êş u canê mın
Xeyalê mın hındaye, hêş u aqlê mın belaye
Evin êşa canamın, dıl hêlina xemaye
Evin êşa canamın, ne hêmıza daykaye
Reşka çavê mın, rıh u razê mın
Were canê, rawestine agırê dılê mın
Xem ravandınam rawestine êş u canê mın
Re: Seyda Perinçek
von Yeside am 13.11.2017 20:01Seyda Perinçek - Negri Çavreşamın
Wa dıkın cehd u xebat
Jı bo azadiya welat
Ta ku em ala rengin
Jı Kürda're bıkın xelat
Negri çavreşamın
Negri delalyamın
Derda lımın neki bar
Derda lımın neki bar
Seydayê dılbırinım
Bıhêrs u dıl bı xwinım
Şev u rojê bı nalinım
Sebra dılê xwe nabinım
Negri çavreşamın
Negri delalyamın
Derda lımın neki bar
Derda lımın neki bar
Re: Seyda Perinçek
von Yeside am 13.11.2017 19:59Seyda Perinçek - Çu Çu Nema
Rumeta jiyanê zanıbın
Emrê çu bıhıri u nema tê
Bı saxi jı hevdu re rabıbın
E ku çu hew êdi nema tê
Oy oy oy oy çu çu nema tê
Ax ax ax ax çu çu nema tê
Çiya tev bê dar u tazine
Tê buhar bêhna gül nema tê
Malamın bê xwedi hêşt u çu
Keçamın çu êdi nema tê
Malamın bê xwedi hêşt u çu
Berxêmın çu êdi nema tê
Oy oy oy oy çu çu nema tê
Ax ax ax ax çu çu nema tê
Berê tım dıhatı xewnêmın
Dıbı şev xewamın nema tê
Canêmın tev kül u bırıne
Zıha bu xwinamın nema tê
Oy oy oy oy çu çu nema tê
Ax ax ax ax çu çu nema tê
Re: Seyda Perinçek
von Yeside am 13.11.2017 19:57Raperin, Seyda Perinçek - Gava Tü Çu
Gava tu çû dil ma li dû,
Ez û ez man rûbirû.
Evîn dijwar e tev pêt û ar e,
Birînên xedar mane bêçare.
Bi hêvî bûm min gotê were,
Min ji ku zanîbû tu venagere?
Ez canê te bûm, tu ne cana min bû
Ji te qetandin bo min mirin bû.
Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû,
Ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû.
Ez mirî me tu zindî ye,
Min ji ku zanîbû te min kuştiye?
Ez Memê te bûm tu nebû Zîn
Gava tu çû, bûm har û dîn.
Ketim ranebûm carek şa nebûm,
Ên ku min dikuşt xeyalên te bûn.
Dilê min sêwî êşeke bêdawî,
Nema zindî dibin hêviyên mirî..
Seyda Perinçek
von Yeside am 13.11.2017 19:46Seyda Perinçek - Mirina bi saxî
Mi go ez xortekim eze evindar bibim
Min ji ku zani bu mirine eze pe jar bibim
Iro bu me evdal bi cola ketime
Keçe min ji ki zanibu eze kor u lal bibim
Mirina bi sagi naweyi aske yar
dest bide wi cani tev buye pet u ar
ne ma fayde dike ev kerin u havar
keçe min ji ku zani bu eze kor u lal bibim...
birek be biniye nikarim derkevim
dengemin dernaye be ziman u devim
wek miriye serevi kevre kebre kevim
keçe min ji ku zanibu eze pe dag bibim...
Mem Ararat
von Yeside am 20.01.2017 23:07Şeve,stêrk li asîman
Dilerize bayê pişt çiyayan
Nêzîk maye ji berbangê
Reş dinêre kolan,sare ev bajar
Zana ,rêhevalê Andok
Nevîyê Şêx Seîd, bazê zinara
Haho deng ji we nayê
De rabin heval,neyar li pey we ye.
Şaxda tariyên kevnare
Êşên elem girtî pir xedare
Gotin Zana Birîndar e
Li ser Milê Andok ji kur ve dinale
Andok ,rêhevalê Zana
Berxê dayika min, dengê çiyaya
Haho bila Mem bimre
Gazî dereng hat, dest ma bê çare
Re: Stranê Cîgerxwîn
von Yeside am 23.01.2016 22:07Port û Şîret
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera
Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî
Bi pêş de gernas û şiyar
Êriş bikin sênca neyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleşkera
Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî
Kole di bin destê neyar
Çawa bibim jê hêvîdar?
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Divêm şiyarbin hey heval!
Bidin di vê rê can û mal
Li ser çîyan şepal û þ êr
Êrîş bikin li jor û jêr
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorê debin
Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin
Destan bidin hev bibne yek
Êrîş bikin dijmin bi çek
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin şerm û fehêt
Êriş bikin dijmin bi þ er
Gava şikest win bidne ser
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Herwek Viyetnam şer bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin
Dostên me ne tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz
Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb
Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.
Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda
Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Çend sal e ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin şîyar?
Îro şîyar bûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Şah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar
Şêx û melayên sexteçî
Em kirne 'sofi' û 'heci'
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin
Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - şîyar
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Cîhan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend
Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Şêr şêr e, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine şêr
Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Xûşkê tu jî hîn be şera
Zû nasbike derb û bera
Wek mêr tu karî şer bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr
Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin şîyar?
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Heval şîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan
Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar
Gernasî karî şer bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê
Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger
Kurdên ji Zagros û Keper
Çawa bitirsin ew ji şer?
Guh medne van þ êx û bega
Çavsor dibin wek conega
Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere
Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran
Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar
Seyda ciger xwîn bû bira!