Stranê Cîgerxwîn

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 22:07

Port û Şîret

Hela were, hela were!

Ji bo te bêjim eşkere.

Em bûn çera hirç û gura
Bûn alifê ga û kera

Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî

Bi pêş de gernas û şiyar
Êriş bikin sênca neyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Win kom bikin zêr û pera
Zû çêbikin serleşkera

Kurd perçe-perçe çend kerî
Doza xwe nabin ta serî

Kole di bin destê neyar
Çawa bibim jê hêvîdar?

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Divêm şiyarbin hey heval!
Bidin di vê rê can û mal

Li ser çîyan şepal û þ êr
Êrîş bikin li jor û jêr

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Eger wesan çend perçebin,
Dê tim di bin zorê debin

Ger em nebin yek perçe ar
Guh nadî dengê min neyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Lê Markisî nabî dubin
Gernas di binde radibin

Destan bidin hev bibne yek
Êrîş bikin dijmin bi çek

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Bibin fidakarên welêt
Ji xwe bikin şerm û fehêt

Êriş bikin dijmin bi þ er
Gava şikest win bidne ser

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Herwek Viyetnam şer bikin
Dijmin ji hev ker-ker bikin

Dostên me ne tev Markisî
Turk û Ereb û Farisî

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Hewsar medin dest borcewaz
Mebin çera hirç û beraz

Cotar û herçî dest qirêj
Em tev birane hê ji mêj

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Welat bixwazin rast û çep
Turk û Ecem, Kurd û Ereb

Destan hemî em bidne hev
Lê nebtenê bêjin bi dev

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere.

Her yek di nav qada xweda
Dest bidne hev jar û geda

Herçî hevelên koledar
Ji bo me ew herdem neyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Çend sal e ev gîr û hewar
Carek ji xew nabin şîyar?

Îro şîyar bûne ji xew
Dîsa dibin wek çêlekew

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Şah û beg û axa neyar
Dost û hevalên koledar

Şêx û melayên sexteçî
Em kirne 'sofi' û 'heci'

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Dest bidne hev tev mêr û jin
Xort û keç û biçûk, mezin

Em tev ji vê berpirsiyar
Besin ji xew rabin - şîyar

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Cîhan hêjî bûn dubend
Wan dane mil gurz û kemend

Bendek li jor û yek li jêr
Bendek bi xwîn û yek bi zêr

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Şêr şêr e, jinbî yan jî mêr
Navê tevan danine şêr

Gava ku tê dengê piling
Destê me naçî ser tiving

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Xûşkê tu jî hîn be şera
Zû nasbike derb û bera

Wek mêr tu karî şer bikî
Dijmin ji hev ker-ker bikî

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Benda me gernas, xurtemêr
Lê tev nezan û tev nekêr

Bê zêr dibin destê neyar
Ta kengî em nabin şîyar?

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Heval şîyar be, rê bizan
Dûrkev ji destên van dizan

Cotar û karkar, xwendewar
Tev bibne yek em dost û yar

Gernasî karî şer bikî
Dijmin ji hew ker-ker bikî

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Ev perçebûn nejber xwe tê
Gayê zexel naçî xetê

Barê giran, ker naçî ber
Seyda ji ber xûn bû ciger

Kurdên ji Zagros û Keper
Çawa bitirsin ew ji şer?

Guh medne van þ êx û bega
Çavsor dibin wek conega

Hela were, hela were!
Ji bo te bêjim eşkere

Hawîr biborin wek beran
Pîkol bikin li her deran

Tirsê bixin cergê neyar
Hem xûnvexar û koledar

Hela were, hela were!
Seyda ciger xwîn bû bira!

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 22:05

Pîra Torê

Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,

Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.

Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.

Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.

Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.

Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.

Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.

Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.

Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 22:01

Pendname

Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin,

Dinya ne hêja ye emê tev bimirin.

Mala me gelekî kûr e, yek max e,
Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e.

Em tev bira ne, ji dê û yek bav,
Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.

Qet şiyar nabin, ta kengî razin,
Hun mezin in, em ji we dikin gazin.

Xelk dibêjine me, şêx û hem mela,
Wextê zekata xwe, dibêjin bela.

Çiman hezretê peyxember gotiye,
Zekatê mexwe, ger tu haşimî ye.

Malûmê we ye, ev qerêja mal e,
Lewra ji şerîfa re ne helal e.

Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê feqîrin.

Madam em werîsê enbiya ne,
Çima em xerîkê karê diya ne.

Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû.

Çiman hezretê fexirl-alemîn,
Gotiye; "Itlibul ilme welew fis-Sîn".

Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax,
Ax ji derdê we şêx û mela ax! Ax!

Hon dibêjin em bûne qutbê razî,
Qet yek ji we nabe miftî û qazî.

Hun bi van herdû ritban ne razî ne,
Lewra hun belengaz û pêtazî ne.

Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan,
Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan.

Ez mela me lewra dilê min dêşî,
Xwedê rehma xwe bikî li ên pêşî.

Em hînî tu karî ne kirin yekcar,
Lewra em hêj mane tiral û bêkar.

Axa, ez ketim bextê te û xwedê,
Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê.

Di bin destê te de hebûn bê sed xan,
Hemî belengaz û reben û gavan.

Tu malê wan distînî her bi dilêş,
Tevî dixî devê mamûr û derwêş.

Ger we tev bidana bi top û tiving,
Dê hun jî bibûna hembarê firig.

Lakin çi bikim we tev da bi şabaş,
Qet kes ji we ne bû wezîr û paşa.

Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne,
Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne.

Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe,
Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe.

Çiman ji bona ax û mal û xwelî,
Perê xwe didin li hev dikin gilî.

Hun malê xwe bixun her yek bi serbest,
Di hemberê neyaran de bibin yekdest.

Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin,
Li çerxa felekê hun pir binêrin.

Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me,
A neyar jê ra hat, a me bidom e.

Em jî şûva xwe bajon û tov biçînin,
Dê zû şîn bê, emê zû wî bibînin.

Carnan em rezekî datênin deh sal,
Em naxun ji kurê me re dibî mal.

Ewê ko çêkir vapor û balafir,
Deh sal bi şûn ve ne ma û çû mir.

Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn,
Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn.

Ev tev ji me re, riya dîn û îman,
Hub-bil-wetenî delîl û birhan.

Ez bi xwe bê êl û eşîr û ebr im,
Pêlek maye emrê min ezê bimirim.

Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min,
Lê ez çi bikim, hun guh nadin şi´ra min.

Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar,
Em jî, ji ber dilêşî dikin hawar.

Fikra min maye min ev tenê ne dixwest,
Lê ez çi bikim li vir qelema min şikest.

Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil,
Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil.

Eger hun ji gotinên min aciz bûn,
Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn.

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:57

Lorî

De lorî, lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Millet ku sax bî nema tu dimrî
De lorî...

Millet şiyar e gelek gihaye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
Şêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me Kurdan, serbest dixwazin
De Lorî...

Bi xwîn nivîsîn li ser zinara
Li vir nemaye cihê neyara
Biqeşte dijmin, qada me berde
Ew der welatê gernasê Kurd e
De lorî...

Dijmin bi top û firok û leşker
Bumbardûman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin, jar û birîndar
De lorî...
Zar û zêçên Kurd, pir têne kuştin
Dexl û rez û pez, tiştek nehiştin
Tazî û birçî, bin banger û berf
Wan naveşêrin, şikeft û berqef
De lorî...

Li ser zikên xwe diçin bi mestî
Din dest û hin pê, hin ser şikestî
Di şevreşan de gernas û rêber
Şêrên birîndar, dema diçin şer
De lorî...

Dijmin ji tirsan dişkên û dimrin
Derbend û rêçan li ber digrin
Ji wî distênin derb û berên xwe
Xwedî dikinpê em leşkerê xwe
De lorî

Serdar bilind e rêzan û mêr e
Zêrên serê xwe bişênim jê re
Bere bişroşî, bidî bi şeşar
Berdî dijmin û neyar
De lorî

Qada me berdin ji bo me yek ser
Aştî dixwazin, me navê ev şer
Em jî wekî xwe divên serbestî
Ma ki dixwezî, dîlî, bindestî?
De lorî...

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:54

Kurdo namûs e rabe

Kurdo namûs e rabe,
Ji bo me qet we nabe,
Li şorişê tên kuştin,
Li vir vexun şerabe!

 

Ji bo fidakariyê,
Em dernegan vekin zû,
Da birayên îranî,
Li me nekin îtabe.

Mal û çekan verêkin,
Canbezaran bişênin,
Li wir birçî dimênin,
Li vir dixun kebabe!

Kelaşinkof li milde,
Wek Erdeşêr û Şêrkoh,
Ala Kawa tu hilde,
Guh med li afitabe.

Eger divê azadî,
Tu guh mede li sadî,
Zû derkeve ser şaxan,
Hetta roja me jî bê!

Le ger tu jinperestî,
Welat divê bi sistî,
Hêvî dikî tu avê,
Ji leylan û şerabe!

Zanim tu xweş egîtî,
Bermayê Mad û Mitî,
Di serde rengê şêrî,
Li Baximiz û Hebabe!

Gel dixwazî tu rabî,
Weke şêr û gura bî
Dijmin tu zû dişkênî,
Eger tu wek bira bî.

Çil sale dilbirînim,
Cerg û hinav bi xwînim.
Welatparêzî lew ez,
Dixwazim zû tu rabî!

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:50

Kengî Tê Bê

Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê şêrîn devê
Lêv hingivê, ebrû çivê
Por şevê, kengî tê bê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê sebra dila
Por şevînê li ser mila
Em herne nav bexçê gula
Gul bidne dengê bilbila

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê, lêv şêrînê
Dêm nîvişkê hingivînê
Derman bikî vê birinê
Bighêne hev Mem û Zînê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê herne çiya
Rûnin li ber hûr deviya
Paldin li ser gul û giya
Rûnin li bin siya biya

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê meş xeramê
Şêrîn kenê, şekrê Şamê
Kengî bê ez xulamê
Ez ramîsim te dotmamê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Pêncî sal in ez bi şîn im
Ez ceger her dem bi xwîn im
Pir nexoş im, dilbirîn im
Ez li ser te her dixwînim



Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:48

Keça Kurd

Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?


Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî

Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî

Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî

Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî

Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî

Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?

Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî

Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî

Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî

Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî

Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 19:09

MEYGER

Meygera ava heyatê mest û heyranê te me
Sorgula baxê xelatê nirx û bistanê te me
Sosin î ya çîçek î yan heyran î yan yasem
Bilbilê mest û hezînim der û gulistanê te
Horiya reş kakilî erb û kewan û rojê rû
Xweş perîşanî wele ez tim perîşanê teme
Ger tu zîn û şahê xuban text û bext û eşq
Ger tu şêrîna welatî mulkê îranê teme
Ger can û dilê Cîgerxwîn şahê Selahedîn
Ger tu Bêtlîsa welatî ez Şerefxanê te me
Sosin î yan çîçek î yan reyhan î yan yasem
Bilbilê mest hezînim der gulîstanê teme

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 18:59

Bİ SER ÇİYAN KETİM

Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û rev

Ax, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi şev, di hayê hayê,

Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev,

Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîşan
Hê jî birîne nuha, qemuşk girt û gîha hev,

Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm
Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev

Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim şer
Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev,

Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo şer
Êrîş bikin neyaran, wekê mêran hemî tev.

Antworten

« zurück zum Forum