Stranê Sakiro

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Stranê Sakiro

von Yeside am 22.01.2016 21:53

Dewrane

Ê bê dewrane...waaax;
Dewrane,dewraneee,dewraneee,dewraneee,dewraneee,dewrane,
Dewrane,dewraneee bê sebrê dêraneee waê.

 

Gidî min dî bejna zirav dimeşîya li gera li binya mala li nav bêdera
Li xwe kirirbû şal û qutnîyê Helebî
Bi ser bejna tenik û ziravda berdabû şirikê van kemberan
Digo kûro hêtîmo bihîstina min bihîstîye;tu ê mala xwe barbikî ji vî welatî ji van deran,
Tu ê were ramûsanekî ji dev û lêvên şekirî,ji sûretê Ehmedî,terzê di hakimî ji min keremke
Gava diçî welatê xerîb.
Bira dilê te nebe meskenê kul û derd û van keseran,
Hela bi destê min bigire min birevîne,li vî welatî bavê ber bextê began van begleran,
Eger bûye,ji xu bûye;gava ku nebûye,
Min bavên çîya ên Bîngol a sewitî,nava êla eşiran van koçeran.

Wele dayê dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewrane,
Dewrane,dewraneee bê sebrê dêraneee waê.

Gelî gundî cînarna subeye min dî bejna zirav sekinîye li derê malê lo ji xwera xu
dabû nîva derî
Ax limin rebenê minê bala xu berdayê lo ji lingan heyan serî.
Min jê dipirsî go Dîlberê tu ezebî an bimêrî?
Digo kuro delalyo ez bi tekim tu Rebbî dihebînî,
Tu ê li kumêtê kavreş swarbî berderê mera derbazbî herî werî,
Berxo bihîstina min bihistîye ku tu li ser şêx û mellen pir digerì.
Ew qederaku Xwedê neke,bi kaxezê sêx û mellan nare serî.

Wele dayê dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewraneee,dewrane,dewraneee,
Dewrane,dewrane,
Dewrane,dewraneee bê sebrê dêraneee waê.

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Sakiro

von Yeside am 22.01.2016 22:12

Ax dunyaê

Ax dunyaê...hey waê...dunyaê,dunyaê waê,waê,waê.........hey waê..
Lê dayê,lêdaê..heywayê...lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

 

Ezê bi dîyarê Dutax a(Tutax)şewitî diketim vê subengê berî li bêye...(baye)
Hucûm hucûm a bavê Xalis,kekê Mexsê ye.
Şade şûdê bavê Xalis gelekin li dewrana rû dunêye,
Bi zor a şûr ajotîye ser topêye.
Topa Ûriz standiye ji destê alayîyê hey waê,waê,waê....hey waê...
Lê dayê,lêdaê..heywayê...lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

Were waê,waê,awê,waê...hey waê..
Lê dayê,lêdaê..heywayê...lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

Ezê bi dîyarê Dutax a şewitî diketim vê subengê ji dilê min û tera bi dar û bîye...
Esker ê bavê Xalis kekê Mexsê dikişyan mînanî siye..
Şade şûdê bavê Xalis kekê Mexsê li dunyaê pir gelekin.
Bi zora şûr ajotîye ser top a Uriz ji destê alayê standîye.
Jib o Xwedê şadebin,eger bemire şehide,bimîne gazîye hey waê,waê,waê....hey waê...
Lê dayê,lêdaê..heywayê...lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

Were waê,waê,awê,waê...hey waê..

Lê dayê,lêdaê..heywayê...lêdaê,lêdaê,lêdaê,lêdaê...nemînin li dunyê.....waê

 

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Sakiro

von Yeside am 22.01.2016 22:29

Were mal cînar

Were mal cînar,mal cînar,mal cînar,mal cînar...lê Helîm ca..anê
Palê lê pûlê sere min bi heyran,terû canîya emrê...lê min bi qurbanê.
Helîm cane vê subengê xwezila mala me cînarê hehû lê...lê mala weba,
Berxê orta dîwarê we û meda cam û camêkan lê...Sûse û lê...lê pencereba,
Xwezil di xêrê xwediyê di Xwedêra ulm ê munecim hehû lê...lê li ba min heba,
Minê bixwenda bira cam û camekan lê...lê li ber min veba.
Heya mî la ber şebek ê(seveq) destê min binê serî,devê min li xal û xetê gerdena
zer lê memkê teba,
Berxê xwezila di dêrisê gunda da mirin heba,dilê rezîl kalbûn qe tuneba...

 

Were mal cînar,mal cînar,mal cînar,mal cînar...lê Helîm ca..anê
Palê lê pûlê sere min bi heyran,terû canîya emrê...lê min bi qurbanê.
Helîm cane vê subengê xwezila mala me cînarê hehû lê...lê mala weba,
Berxê orta dîwarê we û meda cam û camêkan lê...Şûşe û lê...lê pencereba,
Xwezil di xêrê xwediyê di Xwedêra ulm ê munecim hehû lê...lê li ba min heba,
Minê bixwenda bira cam û camekan lê...lê li ber min veba.
Heya mî la ber şebek ê(şeveq) destê min binê serî,devê min li xal û xetê gerdena
zer lê memkê teba,
Berxê xwezila di dêrisê gunda da mirin heba,dilê rezîl kalbûn qw tuneba...

Helîm canê subebu pezê mala bavê Helîm a lê,lê min hindike,
Ezê seba xatirê te bibim şivan tu bîne gera binya malan lê,lê tevî minke,
Gidî pêşa delme bilindke wey Xwedêyo lê,lê min di binke,
Der û cînar,malîyan ji te pirsîn gotin ew çîye,bêje mîya me zaye ew berxike.
Eger bawer kirin,ji xwqe bawer kirin eger bawer nekirin,min derxe lê eşkerebike.
Bavê te bê dîne,bê îmane bira here şikhat û gilîyê min bike,
Lingê min li qeydêxe,destê min li kelepçêxe,hustû yê min lelêxe,
Sedûyek darî li binê lingê minxe,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min bistîne,
Sedûyek sal îdam a min bidin,
Berê min bidin Sinop û Zongildaxê,adê behran,nava qandar û qatilê mehpusxana
lê Siwêrekê...
Heval û hogirê min ji min pirsîne ceza û cirm a te çîye,

Ezê bêjim mala we xirabo minê ramûsanek ji xal û xetê gerdena Helîm cana xwe
kerem kirîye,
Zalimê bavê wî bê dîne û bê îmane,şîkhat û gilîyê min kirîye,
Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,hustrûyê min bi leleye,sedyek dar li
bin lingê min xistin,
Sedyek zêr fendeqî ceza ji min standîye,sedyek sal ceza îdam a min birîn,
Ji bona ramûsan a Helîm cana min cirma mijn tune,cezakê lê min hindike...

Ax mal cînar lê,lê Helîm canê...
Weyla piçûkê,palê lê pûlê,serê min bi heyran,ter û canî,gencîya lê min bi

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Sakiro

von Yeside am 22.01.2016 22:32

Nêçîrvano

Nêçîrvano...lo,lo...lawiko min j itera nego li vî berî...ha li vî berî.
Egîto...tu ji Xwedê newêrî çawa ji Xwedê natirsî tu vê subengê swarî bozî
çaçanî kavreşî çavreş;
Beşlî kî Romê davêjî milê çepê,cote tajî yê kevnê reşxezalî davêjî merezê,
Berê xwe didî bêlanê bilind nêçîr a van xezal a dajo li vî hemberî;
Lo,lo,lo,lo....lo,lo,lo....Egît o
Tu nizanî di dêrisê gundê meda bîstûçar eşîrin Xaliq o bi Reb yo ez xezalim
xezal a Egît im
Gerdena min zere,çepilên min dirêjin,porê min keje,nava min bi qendîle,zenda
min bi bazine,
Tilîya min bi gustîle,lêva min tenie,pozê min bi qerenfîle,
Sîûsê gulî li ser bejna mina tenik û zirav bûne çîte.
Tu dêyna xwe bidê zerîyê gundê meda gelo seb xatirê çav û birîyên minê reş û
belek
Ketine dawê....bîstûcar serî......waya xaê.
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

 

Lê,lê,lê......lê,lê,lê xezalê....Tu nizanî gelo ne ez Şemo me...ne ez Şemo me.
Ez Şemo me,xudanê hevsed mî yê serê çîyê,donde kihêl ê serê tewlême.
Ji malê swarbûm li bozî,çaçanî,kavreşî çavreş,bêşlî kî Rom ê davêjim milê çepê,
Cote tajî yê xezalî davêjim merezê,berê xwe didime bêlanê bilind,nêçir a van
xezal an
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da nebûm aşiq ê qîz û bûk ên di xelk ê me,
Xên ji muhuba dilê xwe bûm aşiq ê Rihm a di Xwedê me.

Ê de le,lê...lê xezalê...wayê...Bejn ziravê,çepil dirêjê,por kejê,nav qendîlê,rû bi
xalê.
Derva sare qasekê kêlêka min rûnê li birc ê kelê...li yalî malê.

Nêçîrvano..lo,lo..Egîto min ji tera nego..buhare malên me danîne li zozanê jorîn
gelo li ber beleka...
Tu rabe...sekvano...buhare malên me danîne li zozanê jorîn gelo li ber beleka;
Ezê tu nifirê li te nakim,tu ter û canî,gencî li ber mala xwebe ;
Hey mal mîrat vê subê hêvî û gumana min heye ji Xaliq ê alem ê,
Reb ê jorîn,ji mîr ê mîran ji şêx ê melekan,
Belkî berfekê bibare salêkê,şeş mehan bimîne li erdê,
Tu qir bikî hevsid mî yê xweyê serê di çîyê,donzde kihêlê serê di tewlê,
Gidî gelo bi derê buhar ê ra bibî bi hasilê dewê...du çêlek an.
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

Lo,lo,lo.....lo,lo,lo,sekvano...
Ez navê te nizanim bi navê şêrîn dibêjim şal heşîno,şal gewezo,
Hey mal mîrat vê subengê heger tu neçirvan î neçîrvan ê van xezal an...
Qasekê bizivire li milê xwe yê çepê,li gerden a min a zer mêzeke,
Tu dêyna xu bidê vê subengê mal xirabo ez ê xezalim xezal a Egît im,
Gerdena min zere,çepilên min dirêjin,porê min keje,nava min bi qendîle,zenda
min bi bazine,
Tilîya min bi gustîle,lêva min tenie,pozê min bi qerenfîle,
Sîûsê gulî li ser bejna mina tenik û zirav bûne çîte
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da Xaliq o bi Reb yo vê subengê eger tu
nêçîrvan î;
Nêçîrvan ê van xezal an bêbextîya meke qasekê bzivire li ser mil ê xwe ye çep ê,
Li ter û can û genc ê xelk ê mêzeke,
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da karekê karxezala heywax liminê...kujê
wezo...
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

 

Antworten

« zurück zum Forum