Neueste Beiträge

Erste Seite  |  «  |  1  |  2  |  3  |  4  |  5  |  6  ...  10  |  »  |  Letzte Die Suche lieferte 91 Ergebnisse:


Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 22:05

Pîra Torê

Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,

Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.

Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.

Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.

Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.

Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.

Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.

Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.

Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 22:01

Pendname

Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin,

Dinya ne hêja ye emê tev bimirin.

Mala me gelekî kûr e, yek max e,
Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e.

Em tev bira ne, ji dê û yek bav,
Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.

Qet şiyar nabin, ta kengî razin,
Hun mezin in, em ji we dikin gazin.

Xelk dibêjine me, şêx û hem mela,
Wextê zekata xwe, dibêjin bela.

Çiman hezretê peyxember gotiye,
Zekatê mexwe, ger tu haşimî ye.

Malûmê we ye, ev qerêja mal e,
Lewra ji şerîfa re ne helal e.

Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê feqîrin.

Madam em werîsê enbiya ne,
Çima em xerîkê karê diya ne.

Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû.

Çiman hezretê fexirl-alemîn,
Gotiye; "Itlibul ilme welew fis-Sîn".

Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax,
Ax ji derdê we şêx û mela ax! Ax!

Hon dibêjin em bûne qutbê razî,
Qet yek ji we nabe miftî û qazî.

Hun bi van herdû ritban ne razî ne,
Lewra hun belengaz û pêtazî ne.

Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan,
Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan.

Ez mela me lewra dilê min dêşî,
Xwedê rehma xwe bikî li ên pêşî.

Em hînî tu karî ne kirin yekcar,
Lewra em hêj mane tiral û bêkar.

Axa, ez ketim bextê te û xwedê,
Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê.

Di bin destê te de hebûn bê sed xan,
Hemî belengaz û reben û gavan.

Tu malê wan distînî her bi dilêş,
Tevî dixî devê mamûr û derwêş.

Ger we tev bidana bi top û tiving,
Dê hun jî bibûna hembarê firig.

Lakin çi bikim we tev da bi şabaş,
Qet kes ji we ne bû wezîr û paşa.

Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne,
Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne.

Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe,
Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe.

Çiman ji bona ax û mal û xwelî,
Perê xwe didin li hev dikin gilî.

Hun malê xwe bixun her yek bi serbest,
Di hemberê neyaran de bibin yekdest.

Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin,
Li çerxa felekê hun pir binêrin.

Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me,
A neyar jê ra hat, a me bidom e.

Em jî şûva xwe bajon û tov biçînin,
Dê zû şîn bê, emê zû wî bibînin.

Carnan em rezekî datênin deh sal,
Em naxun ji kurê me re dibî mal.

Ewê ko çêkir vapor û balafir,
Deh sal bi şûn ve ne ma û çû mir.

Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn,
Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn.

Ev tev ji me re, riya dîn û îman,
Hub-bil-wetenî delîl û birhan.

Ez bi xwe bê êl û eşîr û ebr im,
Pêlek maye emrê min ezê bimirim.

Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min,
Lê ez çi bikim, hun guh nadin şi´ra min.

Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar,
Em jî, ji ber dilêşî dikin hawar.

Fikra min maye min ev tenê ne dixwest,
Lê ez çi bikim li vir qelema min şikest.

Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil,
Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil.

Eger hun ji gotinên min aciz bûn,
Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn.

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:57

Lorî

De lorî, lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
Millet ku sax bî nema tu dimrî
De lorî...

Millet şiyar e gelek gihaye
Tiving bi dest e li ser çiya ye
Şêr û piling in, hawîr dibazin
Doza me Kurdan, serbest dixwazin
De Lorî...

Bi xwîn nivîsîn li ser zinara
Li vir nemaye cihê neyara
Biqeşte dijmin, qada me berde
Ew der welatê gernasê Kurd e
De lorî...

Dijmin bi top û firok û leşker
Bumbardûman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin, jar û birîndar
De lorî...
Zar û zêçên Kurd, pir têne kuştin
Dexl û rez û pez, tiştek nehiştin
Tazî û birçî, bin banger û berf
Wan naveşêrin, şikeft û berqef
De lorî...

Li ser zikên xwe diçin bi mestî
Din dest û hin pê, hin ser şikestî
Di şevreşan de gernas û rêber
Şêrên birîndar, dema diçin şer
De lorî...

Dijmin ji tirsan dişkên û dimrin
Derbend û rêçan li ber digrin
Ji wî distênin derb û berên xwe
Xwedî dikinpê em leşkerê xwe
De lorî

Serdar bilind e rêzan û mêr e
Zêrên serê xwe bişênim jê re
Bere bişroşî, bidî bi şeşar
Berdî dijmin û neyar
De lorî

Qada me berdin ji bo me yek ser
Aştî dixwazin, me navê ev şer
Em jî wekî xwe divên serbestî
Ma ki dixwezî, dîlî, bindestî?
De lorî...

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:54

Kurdo namûs e rabe

Kurdo namûs e rabe,
Ji bo me qet we nabe,
Li şorişê tên kuştin,
Li vir vexun şerabe!

 

Ji bo fidakariyê,
Em dernegan vekin zû,
Da birayên îranî,
Li me nekin îtabe.

Mal û çekan verêkin,
Canbezaran bişênin,
Li wir birçî dimênin,
Li vir dixun kebabe!

Kelaşinkof li milde,
Wek Erdeşêr û Şêrkoh,
Ala Kawa tu hilde,
Guh med li afitabe.

Eger divê azadî,
Tu guh mede li sadî,
Zû derkeve ser şaxan,
Hetta roja me jî bê!

Le ger tu jinperestî,
Welat divê bi sistî,
Hêvî dikî tu avê,
Ji leylan û şerabe!

Zanim tu xweş egîtî,
Bermayê Mad û Mitî,
Di serde rengê şêrî,
Li Baximiz û Hebabe!

Gel dixwazî tu rabî,
Weke şêr û gura bî
Dijmin tu zû dişkênî,
Eger tu wek bira bî.

Çil sale dilbirînim,
Cerg û hinav bi xwînim.
Welatparêzî lew ez,
Dixwazim zû tu rabî!

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:50

Kengî Tê Bê

Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê şêrîn devê
Lêv hingivê, ebrû çivê
Por şevê, kengî tê bê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê sebra dila
Por şevînê li ser mila
Em herne nav bexçê gula
Gul bidne dengê bilbila

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê, lêv şêrînê
Dêm nîvişkê hingivînê
Derman bikî vê birinê
Bighêne hev Mem û Zînê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê herne çiya
Rûnin li ber hûr deviya
Paldin li ser gul û giya
Rûnin li bin siya biya

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Kengî tê bê meş xeramê
Şêrîn kenê, şekrê Şamê
Kengî bê ez xulamê
Ez ramîsim te dotmamê

Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê

Pêncî sal in ez bi şîn im
Ez ceger her dem bi xwîn im
Pir nexoş im, dilbirîn im
Ez li ser te her dixwînim



Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 21:48

Keça Kurd

Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?


Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî

Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî

Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî

Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî

Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî

Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?

Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî

Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî

Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî

Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî

Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 19:09

MEYGER

Meygera ava heyatê mest û heyranê te me
Sorgula baxê xelatê nirx û bistanê te me
Sosin î ya çîçek î yan heyran î yan yasem
Bilbilê mest û hezînim der û gulistanê te
Horiya reş kakilî erb û kewan û rojê rû
Xweş perîşanî wele ez tim perîşanê teme
Ger tu zîn û şahê xuban text û bext û eşq
Ger tu şêrîna welatî mulkê îranê teme
Ger can û dilê Cîgerxwîn şahê Selahedîn
Ger tu Bêtlîsa welatî ez Şerefxanê te me
Sosin î yan çîçek î yan reyhan î yan yasem
Bilbilê mest hezînim der gulîstanê teme

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Stranê Cîgerxwîn

von Yeside am 23.01.2016 18:59

Bİ SER ÇİYAN KETİM

Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û rev

Ax, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi şev, di hayê hayê,

Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev,

Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîşan
Hê jî birîne nuha, qemuşk girt û gîha hev,

Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm
Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev

Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim şer
Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev,

Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo şer
Êrîş bikin neyaran, wekê mêran hemî tev.

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Sakiro

von Yeside am 22.01.2016 22:32

Nêçîrvano

Nêçîrvano...lo,lo...lawiko min j itera nego li vî berî...ha li vî berî.
Egîto...tu ji Xwedê newêrî çawa ji Xwedê natirsî tu vê subengê swarî bozî
çaçanî kavreşî çavreş;
Beşlî kî Romê davêjî milê çepê,cote tajî yê kevnê reşxezalî davêjî merezê,
Berê xwe didî bêlanê bilind nêçîr a van xezal a dajo li vî hemberî;
Lo,lo,lo,lo....lo,lo,lo....Egît o
Tu nizanî di dêrisê gundê meda bîstûçar eşîrin Xaliq o bi Reb yo ez xezalim
xezal a Egît im
Gerdena min zere,çepilên min dirêjin,porê min keje,nava min bi qendîle,zenda
min bi bazine,
Tilîya min bi gustîle,lêva min tenie,pozê min bi qerenfîle,
Sîûsê gulî li ser bejna mina tenik û zirav bûne çîte.
Tu dêyna xwe bidê zerîyê gundê meda gelo seb xatirê çav û birîyên minê reş û
belek
Ketine dawê....bîstûcar serî......waya xaê.
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

 

Lê,lê,lê......lê,lê,lê xezalê....Tu nizanî gelo ne ez Şemo me...ne ez Şemo me.
Ez Şemo me,xudanê hevsed mî yê serê çîyê,donde kihêl ê serê tewlême.
Ji malê swarbûm li bozî,çaçanî,kavreşî çavreş,bêşlî kî Rom ê davêjim milê çepê,
Cote tajî yê xezalî davêjim merezê,berê xwe didime bêlanê bilind,nêçir a van
xezal an
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da nebûm aşiq ê qîz û bûk ên di xelk ê me,
Xên ji muhuba dilê xwe bûm aşiq ê Rihm a di Xwedê me.

Ê de le,lê...lê xezalê...wayê...Bejn ziravê,çepil dirêjê,por kejê,nav qendîlê,rû bi
xalê.
Derva sare qasekê kêlêka min rûnê li birc ê kelê...li yalî malê.

Nêçîrvano..lo,lo..Egîto min ji tera nego..buhare malên me danîne li zozanê jorîn
gelo li ber beleka...
Tu rabe...sekvano...buhare malên me danîne li zozanê jorîn gelo li ber beleka;
Ezê tu nifirê li te nakim,tu ter û canî,gencî li ber mala xwebe ;
Hey mal mîrat vê subê hêvî û gumana min heye ji Xaliq ê alem ê,
Reb ê jorîn,ji mîr ê mîran ji şêx ê melekan,
Belkî berfekê bibare salêkê,şeş mehan bimîne li erdê,
Tu qir bikî hevsid mî yê xweyê serê di çîyê,donzde kihêlê serê di tewlê,
Gidî gelo bi derê buhar ê ra bibî bi hasilê dewê...du çêlek an.
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

Lo,lo,lo.....lo,lo,lo,sekvano...
Ez navê te nizanim bi navê şêrîn dibêjim şal heşîno,şal gewezo,
Hey mal mîrat vê subengê heger tu neçirvan î neçîrvan ê van xezal an...
Qasekê bizivire li milê xwe yê çepê,li gerden a min a zer mêzeke,
Tu dêyna xu bidê vê subengê mal xirabo ez ê xezalim xezal a Egît im,
Gerdena min zere,çepilên min dirêjin,porê min keje,nava min bi qendîle,zenda
min bi bazine,
Tilîya min bi gustîle,lêva min tenie,pozê min bi qerenfîle,
Sîûsê gulî li ser bejna mina tenik û zirav bûne çîte
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da Xaliq o bi Reb yo vê subengê eger tu
nêçîrvan î;
Nêçîrvan ê van xezal an bêbextîya meke qasekê bzivire li ser mil ê xwe ye çep ê,
Li ter û can û genc ê xelk ê mêzeke,
Tu dêyna xwe bidê di dêrisê gunda da karekê karxezala heywax liminê...kujê
wezo...
Ê de lo,lo....lo sekvano....piçûko,xişîmo,nezano...lo mijdevano...

 

Antworten

Yeside
Administrator

25, Männlich

Beiträge: 34

Re: Stranê Sakiro

von Yeside am 22.01.2016 22:29

Were mal cînar

Were mal cînar,mal cînar,mal cînar,mal cînar...lê Helîm ca..anê
Palê lê pûlê sere min bi heyran,terû canîya emrê...lê min bi qurbanê.
Helîm cane vê subengê xwezila mala me cînarê hehû lê...lê mala weba,
Berxê orta dîwarê we û meda cam û camêkan lê...Sûse û lê...lê pencereba,
Xwezil di xêrê xwediyê di Xwedêra ulm ê munecim hehû lê...lê li ba min heba,
Minê bixwenda bira cam û camekan lê...lê li ber min veba.
Heya mî la ber şebek ê(seveq) destê min binê serî,devê min li xal û xetê gerdena
zer lê memkê teba,
Berxê xwezila di dêrisê gunda da mirin heba,dilê rezîl kalbûn qe tuneba...

 

Were mal cînar,mal cînar,mal cînar,mal cînar...lê Helîm ca..anê
Palê lê pûlê sere min bi heyran,terû canîya emrê...lê min bi qurbanê.
Helîm cane vê subengê xwezila mala me cînarê hehû lê...lê mala weba,
Berxê orta dîwarê we û meda cam û camêkan lê...Şûşe û lê...lê pencereba,
Xwezil di xêrê xwediyê di Xwedêra ulm ê munecim hehû lê...lê li ba min heba,
Minê bixwenda bira cam û camekan lê...lê li ber min veba.
Heya mî la ber şebek ê(şeveq) destê min binê serî,devê min li xal û xetê gerdena
zer lê memkê teba,
Berxê xwezila di dêrisê gunda da mirin heba,dilê rezîl kalbûn qw tuneba...

Helîm canê subebu pezê mala bavê Helîm a lê,lê min hindike,
Ezê seba xatirê te bibim şivan tu bîne gera binya malan lê,lê tevî minke,
Gidî pêşa delme bilindke wey Xwedêyo lê,lê min di binke,
Der û cînar,malîyan ji te pirsîn gotin ew çîye,bêje mîya me zaye ew berxike.
Eger bawer kirin,ji xwqe bawer kirin eger bawer nekirin,min derxe lê eşkerebike.
Bavê te bê dîne,bê îmane bira here şikhat û gilîyê min bike,
Lingê min li qeydêxe,destê min li kelepçêxe,hustû yê min lelêxe,
Sedûyek darî li binê lingê minxe,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min bistîne,
Sedûyek sal îdam a min bidin,
Berê min bidin Sinop û Zongildaxê,adê behran,nava qandar û qatilê mehpusxana
lê Siwêrekê...
Heval û hogirê min ji min pirsîne ceza û cirm a te çîye,

Ezê bêjim mala we xirabo minê ramûsanek ji xal û xetê gerdena Helîm cana xwe
kerem kirîye,
Zalimê bavê wî bê dîne û bê îmane,şîkhat û gilîyê min kirîye,
Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,hustrûyê min bi leleye,sedyek dar li
bin lingê min xistin,
Sedyek zêr fendeqî ceza ji min standîye,sedyek sal ceza îdam a min birîn,
Ji bona ramûsan a Helîm cana min cirma mijn tune,cezakê lê min hindike...

Ax mal cînar lê,lê Helîm canê...
Weyla piçûkê,palê lê pûlê,serê min bi heyran,ter û canî,gencîya lê min bi

Antworten
Erste Seite  |  «  |  1  |  2  |  3  |  4  |  5  |  6  ...  10  |  »  |  Letzte

« zurück zur vorherigen Seite